nûçe

Li gorî rapora Televîzyona Nûçeyan a Îranê, Araxî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê roja 13`ê Hezîranê got: Îranê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê agahdar kiriye ku plan dike ji roja 14`an ve dest bi berhemanîna uraniyoma 60% dewlemendkirî bike.
Eraqî her wiha got: Ji bo navenda etomî ya Natanzê ku roja 11`ê vê mehê sîstema elektrîkê têk çû, Îran dê di zûtirîn dem de santrîfujên ku ziyan dîtine biguherîne û hezar santrîfujên bi rêjeya %50 zêde bike.
Di heman rojê de Wezîrê Derve yê Îranê Zerîf jî di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov ku serdana Rûsyayê kiribû, ragihandibû, ku Îran dê santrîfujeke pêşketîtir li navenda navokî ya Natanzê ji bo xebatên zengînkirina uranyumê bixebitîne.
Di destpêka meha Çile ya îsal de, Îranê ragihandibû ku wê dest bi cîbicîkirina tedbîran kiriye ji bo zêdekirina pirbûna uranyuma dewlemendkirî heta %20 li navenda etomî ya Fordo.
Di Tîrmeha 2015’an de Îranê bi DYA, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Çîn û Elmanyayê re peymana nukleerî ya Îranê îmze kiribû.Li gor wê rêkeftinê, Îranê soz da ku bernameya xwe ya navokî sînordar bike û berdêla rakirina sizayên li ser Îranê ji aliyê civaka navdewletî ve, pirbûna uranyuma dewlemendkirî ji %3.67 derbas nabe.
Di Gulana sala 2018an de, hikûmeta Amerîkayê bi awayekî yekalî ji rêkeftina atomî ya Îranê vekişiya, û piştre dîsa dest pê kir û rêze siza li dijî Îranê zêde kir.Ji Gulana 2019an ve Îranê gav bi gav cîbicîkirina hin bendên rêketinama navokî ya Îranê rawestand, lê soz da ku tedbîrên ku hatine girtin "vegere".


Dema şandinê: Avrêl-14-2021